Şaredarê CHP`yî: ''Tirkîye li Idlibê pişta têrorîstan digire''
Şaredarekî ser bi Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê wek berteka himberî hebûna hêzên Artêşa Tirkîyê li Idlibê got: ''Tirkîye li Idlibê pişta têrorîstan digire.''
Ulgur Gokhan Şaredarê CHP`yî di axavtinekê de bertekeke tund hibmerî bicihkirina hêzên Artêşa Tirkîyê li Idlibê nîşan da û got: ''Iqtidara sîyasî ya Tirkîyê bicihkirina Artêşa vî welatî li Sûrîyê ser navê nehîştina gefên têrorîstî û dabînkirina ewlehîya sînorên Tirkîyê pîne dike û rewa dide nîşandayînê, di halekî da ku Bişar Esed, Tirkîyê bi hegera piştgirîya ji komên têrorîst dike armanc.''
Gukhan di dewama axavtina xwe da got: ''Li Idlibê ne têkoşîna dijî têrorîstan belkî piştgirîya ji komên têrorîst heye.Rûsîya û Bişar Esedcjî dijî komên têrorîst têdikoşin lewma, em dibin armanc. Li cihê ku hêzên me hene, hîç hêzekî YPG yan PKK tineye.''