Erdogan derheq serbazên kuştî û birîndar ên Tirkîyê li Sûrîyê mukur hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313846-erdogan_derheq_serbazên_kuştî_û_birîndar_ên_tirkîyê_li_sûrîyê_mukur_hat
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan şeva buhurî dema vegera ji Moskowê, mukur hat ku hêzên Artêşa vî welatî di encama pevçûnên himberî hêzên Artêşa Sûrîyê de tûşî derbe û xisarên giran bûne bi awayekî ku bi sedan leşkerên wan hatine kuştinê û birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2020 14:35 Asia/Tehran
  • Erdogan derheq serbazên kuştî û birîndar ên Tirkîyê li Sûrîyê mukur hat

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan şeva buhurî dema vegera ji Moskowê, mukur hat ku hêzên Artêşa vî welatî di encama pevçûnên himberî hêzên Artêşa Sûrîyê de tûşî derbe û xisarên giran bûne bi awayekî ku bi sedan leşkerên wan hatine kuştinê û birîndar bûne.

Erdogan pêgirî kir ku hîç pirsgirêkeke Enqerê digel Moskowê tineye û tenha armanca Tirkîyê sekinîna himberî dewleta Sûrîyê ye.

Wî amajeyî lihevkirina Enqere û Moskowê derheq pêkanîna agirbesê li Idlibê kir û got ku heke xal û xişteya demê ya wê rêkevtinamê bên cihanînê, ew dê misoger bibe.

Ligorî rêkevtinama Soçîyê, divîya Tirkîyê komên têrorîst û dijberên sîyasî û gelê asayî li Idlibê ji hev cida bike lê Enqerê ne tenê ev yeka nekir belkî pişta komên têrorîst jî girt.

Artêşa Sûrîyê jî zêde ji 2 mehan berî nika dest bi opêrasyona azadkirina Idlibê ji lepên komên têrorîst kir, ev yeka bû sedema acizbûna Tirkîyê.