Penaber li sînorê Tirkîye û Yûnanê bê av û nan mane
Hejmarek koçberan piştî gelek hewldanan xwe gihandine Girava Lesbos a Yunanê, lê bê nan û av li beravan mane û nikarin derbasî nav axa Yunanê bibin.
Piştî ku Tirkiyê ragihand, êdî sînorê xwe li ber koçberan nagire, çûna koçberên li wî welatî ber bi sînorên Yunan û Bulgaristanê ve berdewam e.
Biryara Tirkiyê ya vekirina sînorên xwe li ber koçberan, wiha kiriye ku bi dehan hezar koçberên ji Sûriyê, Efxanistanê û hejmarek welatên din xwe bigihînin sînorên Yekîtiya Ewropayê. Lê li ser sînorê Yunanê, polîsê wî welatî rê nade ku koçber derbas bibin.
Her koçberê ku digihe jî, li berevan dimîne û nikare derbasî ser axa Yunanê bibe, ji ber ku Serokwezîrê Yunanê gotiye ne mumkin e ku welatê wî wan koçberan wergire û Atên dê hemû wan koçberan vegerîne Tirkiyê.
Koçber dibêjin ku em nêzîkî du rojan di nav avê da man. Li Tirkiyê ji me re gotin rêya Yunanê vekirî ye, gotin derfeteke baş e bo we. Lê em hatin vir kes xwarinê nade me û niha em gellekî şepirze ne.