Serokê Partîya Seadet a Tirkîyê, Erdogan da ber rexneyan
Serokê Partîya Seadet a Tirkîyê got: Receb Teyîb Erdogan bi piştgirîya ji plana amerîkî ya Rojhilata Nsvîn a Mezin, hokara sereke ya wêranîya li herêmê ye.
Temel Karamullaoglu Serokê Partîya Seadetê îro di civîneke çapemenîyê de got ku ji dema êrişa Amerîkayê ser Iraqê va heta êrişa ser Sûrîyê bi destê ``sîyonîzma cîhanî``, Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) destê wê di hemî wan komployana de hebûye.
Karamullaoglu herwiha ji dewleta Tirkîyê xwest ku bi hemî welatên herêmê ji wan Sûrîyê re jibo çareserkirina pirsgirêka vî welatî hevkarîyê bike û pêgirî kir ku Tirkîyeya di bin rêvebirîya Erdogîn da hela jî tepeserkirin, gendelî û hevkarîya digel komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê didomîne.
Serokê Partîya Seadet a Tirkîyê herwiha got: Serokomarê Tirkîyê axa vî welatî kirîye derbasgehek û meqerek jibo DAIŞ`îyan û dirêv û çekan dide wê komê û dûhatên sîyaseteke bi vî rengî jibo Tirkîyê û herêmê berçav nagire.
Berî vîya Partîya Vatan a Tirkîyê jî di daxûyanîyekê de Serokomarê vî welatî hişyar kir ku Amerîka û Rêjîma Sîyonîst hewil didin Tirkîyê di dava Sûrîyê de asê bikin.
Di 29`ê Sibatê de jî 236 kesayetîyên berbiçav ên Tirkîyê bi wajokirina nameyekê, neyarîya xwe himberî sîyasetên Erdogîn ên têkildarî Sûrîyê û nemaze Idlibê ragihandin û pêgirî kirin ku destwerdanên wî li Idlibê, Enqere kirine darê destê welatên emperyalîst û piştgirê têrorîsmê.