Ocalan bang li HDP'ê kir: Hûn neçar in bibin alîyê sêyem
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313793-ocalan_bang_li_hdp'ê_kir_hûn_neçar_in_bibin_alîyê_sêyem
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina ligel malbata xwe de bang li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir xwe bihêz bike û got ku “maseya li Tirkiyê, li ser du pêyan e. Ji bo mase nekeve divê hûn bibin pêyê sêyem.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2020 13:22 Asia/Tehran
  • Ocalan bang li HDP'ê kir: Hûn neçar in bibin alîyê sêyem

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina ligel malbata xwe de bang li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir xwe bihêz bike û got ku “maseya li Tirkiyê, li ser du pêyan e. Ji bo mase nekeve divê hûn bibin pêyê sêyem.”

Malbata Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja Sêşemê 3'yê Adarê bi wî re hevdîtin pêk anî û Mehmet Ocalan derbarê naveroka hevdîtinê de ji Ajansa N[\eyan a Mezopotamyayê re diyar kir ku derdora 8 mehan bû bi hincetên cuda hikûmeta Tirkiyê destûr nedida ew herin Girava Îmraliyê serdana birayê xwe bikin lê wan di 3`yê Adarê de seredana wî kirin. 

Ocalan di wê hevdîtinê de gotiye: “Ez bawer im HDP`ê kongreya xwe saz kir.  Binêrin li Tirkiyê maseyeke bi du pêyan heye. Di nava tevgera we de tevgerên çepgir jî hene. Bi giranî jî Kurd hene. Gelên din jî hene. Divê hûn jî bibin pêyek. Hûn dê li wê bibin hêz. Ger ku maseyekê  sê pê hebin ew nakeve. Maseyê dupî pergal çiqas ji bo neketina wê hewl bide jî dê bikeve. Ji ber wê em Kurd, pêyê sêyem in.”

Ebdullah Ocalan têkildarî rewşa Sûrîyê jî got: “Tirkiye geh li cem Amerîkayê ye geh li cem Rûsyayê ye. Ev ne çareserî ye. Parastina yekparebûna Sûriyê pêwîst e."