Bi dehan gumanbarên têkilîya digel Gulen li Tirkîyê hatin girtinê
Adar 05, 2020 13:10 Asia/Tehran
Navenda Polîsên Tirkîyê ragihand ku 115 gumanbarên têkilîya digel Tevgera Gulen hatin girtinê.
Ew 115 kesana li Izmîr, Adana û Boloyê bi tawana pişikdarîya di derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an a dijî dewleta Tirkîyê de hatin girtinê.
Bi dû derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê hikûmeta wî welatî bi dehan hezar kes bi tawana peywendîya digel derbê û Tevgera Gulen li vî welatî girtin û nêzî 120 hezar kes jî ji sazî û dezgehên dewletê derxistin.