Parlimanterên AKP û CHP hevdu dan ber mist û kulman
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313776-parlimanterên_akp_û_chp_hevdu_dan_ber_mist_û_kulman
Parlimanterên AKP û CHP li Parlimana Tirkîyê hevdu dan ber mist û kulman.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2020 04:20 Asia/Tehran
  • Parlimanterên AKP û CHP hevdu dan ber mist û kulman

Parlimanterên AKP û CHP li Parlimana Tirkîyê hevdu dan ber mist û kulman.

Di civîna Parlemana Tirkiyê de, Engin Ozkoç Cîgirê Serokê CHP rexne li siyaseta Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan girt, ku ew ji Erdogan natirsin û ti carî jî, ji wan kesan natirsin ku xiyanet li Tirkiyê kirine. Di beramber de, endamên fraksiyona AKP bersiva wî dan û şer di navbera perlemanterên her du aliyan de derket.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê AKP Receb Teyîb Erdogan liser siyaseta CHP hemberî operasyona Idlibê diyar kiribû, ku ev rexne yên bêşeref, bêheysiyet û xayinan in.

Di beramber de CHP jî, helwêstek tund ragihandibû û di civîna Parlementoyê de Cîgirê Serokê CHP, Erdogan bêşeref, bêheysiyet û kujer binav kir, ku ev yeka bû sedem parlementerên AKP êrîşî wî bikin parlementerên AKP û CHP hevdu dan ber mist û kulman.

Gursel Tekîn amaje bi wê kir ku şerên bi vî rengî di parlamentoyên gelek welatan de rû dane û lê got, “Ne mumkun e em vê êrişa li dijî wekîlê serokê firaksiyona me qebûl bikin.”

Gursel Tekîn di dewama gotinên xwe de rexne li siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê de girt û diyar kir ku “siyaseta desthilatê Tirkiye xistiye rewşeke zehmet.”

Parlamenterê CHP aşkere jî kir ku hikûmeta Tirkiyê derbarê rewşa Idlibê de CHP agahdar nekiriye û got ku ew nizanin ka rewş derbarê wê mijarê di çi astê de ye.