Amerîkayê careka din piştgirî da destwerdana Tirkiyê li Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313764-amerîkayê_careka_din_piştgirî_da_destwerdana_tirkiyê_li_idlibê
Nûnerê Amerîkayê li karên Sûriyê careka din amadetiya Waşîngtonê jibo piştevaniya ji destwerdana Tirkiyê li Idliba Sûriyê ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2020 13:25 Asia/Tehran
  • Amerîkayê careka din piştgirî da destwerdana Tirkiyê li Idlibê

Nûnerê Amerîkayê li karên Sûriyê careka din amadetiya Waşîngtonê jibo piştevaniya ji destwerdana Tirkiyê li Idliba Sûriyê ragihand.

Li gorî rapora YJC'yê, Cêymz Cêfrî, Nûnerê Amerîkayê li karên Sûriyê ragihand: Amerîka amade ye ku jibo şerê Idlibê muhîmatan bide Tirkiyê.

Ev gotinên Cêfrî di rewşekê da ne ku Waşîngtonê beriya vêya ku çend caran pûiştgiriya xwe ji destwerdana Enqerê li Idlibê ragihandibû.

Dewama pêşdaçûna artêşa Sûriyê bi mebesta azadkirina dawîn barergeha sereke ya têrorîstan li parêzgehên Idlib û Helebê, kêşeya leşkerî navbera Enqere û Şamê zêde kiriye.

Tirkiye ku li dijî vê pêşdaçûnê ye, beşeka axa Sûriyê dagîr kiriye û pişta çeteyan digire.

Şamê destnîşan kiriye ku dê rê nede ku Enqere pişta têrorîstan bigire.