Şerê Idlibê nakokîyên navxweyî yên Tirkîyê gurtir kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313763-Şerê_idlibê_nakokîyên_navxweyî_yên_tirkîyê_gurtir_kirin
Rêberê Partiya Komarxwaz a Gel( CHP) got: Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi serokatiya Receb Teyib Erdogan, dewsa vemirandina agirê şêrr li Sûriyê, ew şera gurr kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2020 13:24 Asia/Tehran
  • Şerê Idlibê nakokîyên navxweyî yên Tirkîyê gurtir kirin

Rêberê Partiya Komarxwaz a Gel( CHP) got: Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi serokatiya Receb Teyib Erdogan, dewsa vemirandina agirê şêrr li Sûriyê, ew şera gurr kir.

Kemal Kiliçdaroglu, serokê CHP got: AKP  çima derbasî nava axa Sûriyê bûye û eskerên me dide kuştinê? Gelo çima hewl dide rejîma welatekî cîran sernixûn bike: Wî xitabî Erdogan got ku  te çi jê ye li Sûriyê demokrasî heye yan na?. Ger li Sûriyê rejîma serdest mafên mirovan binpê dike divê rêxistinên navdewletî li vê barê karekî bikin.

Serokê CHP her wiha got ku me çend caran hişyarî da AKP ku bila nebin amûrê destê qawetên serdetîxwaz. Ji ber ku pir bi talûke ye. Em naxwzain eskerên me li Sûriyê û Lîbya û Idlibê bên kuştin. Lê Erdogan lê digere agirê şerê navçeyî gurr bike. Ji ber ku ferman dane wî, ku vî karî bike. 

Kiliçdaroglu got: Erdogan di 26 Sibata 2006an li kongira AKP li bajarê Skodarê ser bi Istembolê axift û got: Ez serokê hevgav ê plana Rojhilata  Navîna mezin û bakurê Afrîqayê me. Min berpirsiyariya vê planê daye istûyê xwe. Eva erka hatiye sipatin bo Tirkiyê. Gelo kî ev berpirsiyariya da te?

Serokê CHP got: Pirs eva ye ku  çima Erdogan bi fermana Emerîkayê Artêşa Sûriya Azad pêk anî? Parvekirina Sûriyê û welatên Rojhilata Navîn ser qezanca kî ye?

 Hevgavê van rexneyan, Erdogan jî rêberê CHP wek xayîn da zanîn.