Serokê Fraksiyona HDP'ê: Desthilatdariya siyasî rastiyên Idlibê ji gel vedişêre
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313729-serokê_fraksiyona_hdp'ê_desthilatdariya_siyasî_rastiyên_idlibê_ji_gel_vedişêre
Sarûxan Olçû, Serokê Fraksiyona HDP'ê li Parlimana Tirkiyê di axaftinekê da tevî rexneya ji lidarxistina civîna nihênî ya Parlimana Tirkiyê jibo hilkolandina qeyrana Idlibê, got: Desthilatdariya siyasî rastiyên Idlibê ji gel vedişêre
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Adar 03, 2020 11:57 Asia/Tehran
  • Serokê Fraksiyona HDP'ê: Desthilatdariya siyasî rastiyên Idlibê ji gel vedişêre

Sarûxan Olçû, Serokê Fraksiyona HDP'ê li Parlimana Tirkiyê di axaftinekê da tevî rexneya ji lidarxistina civîna nihênî ya Parlimana Tirkiyê jibo hilkolandina qeyrana Idlibê, got: Desthilatdariya siyasî rastiyên Idlibê ji gel vedişêre

Li gorî rapora Kurd Pressê, Sarûxan Olçû, Serokê Fraksiyona HDP'ê li Parlimana Tirkiyê di axaftinekê da tevî rexneya ji lidarxistina civîna nihênî ya Parlimana Tirkiyê jibo hilkolandina qeyrana Idlibê, got: "Tevahiya ew tiştên ku Pûtîn û Trump dizanin, hûn çima ji gelê Tirkiyê vedişêrin? Çima hûn meseleya Idlibê dewsa li ber raya giştî, li paş deriyên girtî hildikolînin? We hîç hincetek jibo vî karî tuneye. Lidarxistina civîna nihênî bi wateya veşartina rastiyên Idlibê ji gel e."

Li gorî nivîsîna ajansa Mezopotamyayê, Olcû her wiha got: "Aniha kiryara ku divê pêk bê, zexta li ser desthilatdariya siyasî jibo guhertina siyasetên xwe ye. Şaşitiyên desthilatdariya siyasî divê bi aşkiratî di civînên aşkira û gelemperî da bên hilkolandin."