Erdoxan: Tirkiye dê sînorên xwe li ser koçberan girê nede
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313721-erdoxan_tirkiye_dê_sînorên_xwe_li_ser_koçberan_girê_nede
Serokomarê Tirkiyê bi gotina vêya ku Yekîtiya Ewropayê berpirsiyariya xwe derheqê Koçberan cih neaniye, got ku Enqere dê careke din sînorê xwe li ser çûyîna koçberan bo ewropayê girê nede.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 03, 2020 05:20 Asia/Tehran
  • Erdoxan: Tirkiye dê sînorên xwe li ser koçberan girê nede

Serokomarê Tirkiyê bi gotina vêya ku Yekîtiya Ewropayê berpirsiyariya xwe derheqê Koçberan cih neaniye, got ku Enqere dê careke din sînorê xwe li ser çûyîna koçberan bo ewropayê girê nede.

Li gorî rapora IRNAyê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê berbanga Sêşemiyê li Konferansa nûçeyî ya hevpar tev Boyko Borîsif serokwezîrê Bolgaristanê got ku Enqere dê careke din sînorê xwe li ser çûyîna koçberan bo ewropayê girê nede..

Serokomarê Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropayê rexne kir ku sozdarê lihevkirina wajokirî di Adara 2016an derbarê parvekirina berpirsiyariyên ji ber pêla koçberan nebûye.

Erdoxên her wiha got ku Tirkiyê pakêta yek miliyar Euro'yî a Ewropayê qebûl nekiriye û hewil dide ku 40 miliyar pereyê ku jibo koçbran mesref kiriye, bi awayekî bi dest bixe.,

Tirkiyê piştî destpêkiirna êrîşa xwe ser axa Sûriyê, jibo zexta li ser Ewropayê, sînorên xwe jibo derbasbûna awareyên sûrî vekirine.

Îdiaya Tirkiyê ya vekirina rêya awareyan ber bi Ewropayê va şerekî derûnî û nimayîşî ye ku Enqere bi neçêbikaranîna ne-mirovî ya vê mijarê hewil dide  herî pirr serpişkiyan ji Ewropiyan bistîne./