Tirkiyê îdia kir ku 2552 serbazên rejîma Sûriyê hatine kuştin
Wezîrê Bergirîyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li ser sînorê Îdlibê amarên dawî yên operasyona “Mertala Buharê” ragihandin.
Wezîrê Bergirîyê yê Tirkiyê Hulusî Akar îdia kir: "Heta niha 2552 serbazên rejîma Sûriyê hatine kuştin, 2 firokeyên şer û 2 firokeyên bêfirokevan xistine xwarê û 135 tank jinav birine."
Akar dibêje: “Rejîmê Agirbesta Îdlibê binpê kiriye û êrişî jin û zarokan kiriye ku sed hezaran kesan berê xwe dane sînorên me. Di çarçoveya rêkeftinên dualî û xala 51 ya Peymana Netewên Yekgirtî, ji bo parastina xwe ya rewa, cîbicîkirina agirbestê, astengkirina koçberî û pêşîgirtina karesatên mirovî, parastina gel û sînor û hêzên xwe û aştî û aramiya navçeyê me dest bi operasyonê kir.”
Wî herwiha got: “Operasyon bi serkeftî berdewam dike. Raya giştî ya cîhanê her çend alîkarî nedaye jî, êrişên rejîm û Rûsyayê şermezar dikin. Em naxwazin bi Rûsyayê re rûbirû bibin. Em dixwazin rejîm komkujiya xwe rawestîne.”
Ji aliyê din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên bêfirokvan yên Tirkiyê pêgehên hêzên rêjîma Sûriyê li çiyayê Zawiye û serbazgeha Hamidiyê li gundewarê Idlibê armanc kirin û di encamê de 19 kes ji hêzên rêjîmê hatin kuştin.