Torên civakî jibo çekdarên Tirkiyê hatin qedexekirin
Dewleta Tirkiyê ji tirsa weşandina nûçe û wêneyên têkildarî candana çekdarên vî welatî li Idliba Sûriyê û tirsa ji zêdebûna nerazîtiyên navxweyî, torên civakî parzûn (fîlter) kirine.
Rojnameya înternetî ya Ray El Yewmê roja Duşemiyê ji zarê çavkaniyên Tirkiyê nivîsî: Li pey gurrbûna kêşeya navbera Tirkiye û komên têrorîst ên pêre ji aliyekî va û artêşa Sûriyê ji aliyê din va li Idliba bakurê vî welatî, rayedarên Enqerê piştî piştrastbûna candana 33 çekdarên Tirkiyê ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê, torên civakî qedexe kirine.
Bikarênerên torên civakî li yên tirkiyeyî jî wek berteka li hembnerî vê mijarê nivîsîn: Înternet û torên civakî li Tirkiyê ji wan facebook, Instagram, twitter û heta Mesenger hatine parzşnkirin da ku nûçeyên têkildarî mirin û ziyanên lêketî û wêneyê cesed, kuştî û birîndaran li Idlibê neyên weşandin.
Vê raporê her wiha ragihand: Teqez Erdoxnê serokomarê Tirkiyê ne tenê li ber çavê xelkê cîhanê, belkî li ber çavê gel û rayedarên artêşa xwe cinayetan dike û çaverêtî heye ku rayedarên artêşê an partiya Erdoxên, wî wêda bidin.