Rûsya hişyarî da Tirkiyê: "Em nikarin ewlehiya balafirên Tirkiyê grantî bikin"
Piştî ku artêşa Sûriyê qada hewayî ya Idlibê girt, Rûsya hişyarî da Tirkiyê ku Moskove derbarê balafirên wê yên şer de garantiyê nade Tirkiyê,.
Berpirsê Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê ya li Sûriyê, Oleg Juravlyov ragihand, piştî biryara Sûriyê ya ji bo girtina esmanê Idlibê û navçeya bakurê rojavayê wî welatî, “Rûsya nikare ewlehiya balafirên Tirkiyê yên li Sûriyê garantî bike”.
Serokê navenda lihevanînê ya Rûsya ya li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Oleg Goraflov got, Rûsye nikare ewlehiya balafirên Tirkiyê yên li Sûriyê mîsoger bike, piştî ku qada hewayî ya Idlibê hate girtin.
Oleg Juravlyov ji rojnamevanan re got: "Di rewşa heyî de fermandariya leşkerî ya Rûsyê nikare ewlehiya seferên hawayî yên Tirkiyê li Sûriyê garantî bike."
Artêşa Sûriyê îro ragihand ku li Idlib û li herêma bakurê rojava qada hewayî hatiye girtin.