Hakimiyeta siyasî ya Tirkiyê berpirsê canê penaberan li sînorên Ewrûpayê ye
Partiya Demokratîk a Gelan( HDP) bi daxûyaniyekê bal kişand ser zêdebûna aloziyên li sînorê navbera Tirkiyê-Yewnanistanê piştî daqiryana penaberên li Tirkiyê ber bi sînorên Ewrûpayê û diyar kir: Ger her cure trajêdiyeka muhtemel bo penaberên li sînorên Ewrûpayê rû bide, hikûmeta Tirkiyê li bara wê berpirsiyar e.
HDP diyar kir: AKP hewl dide tola trajediya ku li Idlibê pê re rûbirû bûye, ji riya penaberên li Tirkiyê hilde. Berpirsiyariya her cure mirin û trajediya ku vê sefera bi talûke dikare hebe ser milê hikûmeta Tirkiyê ye.
Li daxûyaniya HDP`` berpirsê trajediya Idlibê ne penaber in, belkî hakimiyeta siyasî ya Tirkiyê ye `` hatiye: AKP ku penaber kirine wek amûrê danûstandinê, bi amajeya bi viya ku êdî nikare penabern li axa xwe de xweyî bike, sînorên xwe ser wan de vekiriye, ku cardinê nîşan dide AKP penaber wek siyasetekeê xebtandiye û ew ji xwe re kirine çek.
Di dewama vê daxûyaniyê de hatiye: Penaberan bi şikleka pir bi talûke û bi bê ewlehtî ji riyên deryayî û bejahiyê berê xwe dane axa Yewnanistan û Bulxaristanê. Ji ber tivdîrên giran ên ewlehiyê li sînorên Yewnanistan û Bulxaristanê ku piraniya wna sûrî û efxan in di sir û seqeme de li sînoran mane. Hin penaber jî tevî hemî talûkeyên heyî, bi qayiqan hewl diidn xwe bighînin Ewrûpayê.
Di dawiya daxûyaniyê de hatiye: Bila AKP dev ji vê sûça ku li dijî penaberan dike, berde. Divê bona parastina canê penaberan hin tivdîran berçav bigrin. Em ji hakimiyeta siyasî ya Tirkiyê dixwezin ku bila berpirsiyariyên xwe yên siyasî û însanî li bara penaberan cih bîne.