Rûsyayê ji Tirkîyê xwest ku xebatkarên Sputnikê azad bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313678-rûsyayê_ji_tirkîyê_xwest_ku_xebatkarên_sputnikê_azad_bike
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji ber girtina xebatkarên Ajansa Nûçan a Sputnikê li Tirkîyê rexne kir û tevî pêgirîya ser azadkirina demlidest a wan, ew kara binpêkirina mafên rojnamevanan da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2020 12:58 Asia/Tehran
  • Rûsyayê ji Tirkîyê xwest ku xebatkarên Sputnikê azad bike

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji ber girtina xebatkarên Ajansa Nûçan a Sputnikê li Tirkîyê rexne kir û tevî pêgirîya ser azadkirina demlidest a wan, ew kara binpêkirina mafên rojnamevanan da zanîn.

Di daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hatîye: 2 rojan berî nika çend welatîyên nerazî yên Tirkîyê êrişî avahîya Ajansa Nûçan a Sputnikê kirin û bi durişm û gefan nûçegîhan û xebatkarên wê Ajansê dilgiran kirin.

Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye: Nûçegîhanên me ji duh va di destê hêzên emnî yên Tirkîyê da ne û mixabin îmkana têkilîya bi wan re jî pêkan nebûye.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxûyanîya xwe da ji rayedarên Tirkîyê xwestîye ku wê mijarê bişopînin û ewlehîya xebatkarên mêdyayên Rûsyayê li wî welatî biparêzin.

Dewama pêşdaçûna Artêşa Sûrîyê û tengkirina xeleka dorpêça ser têrorîstan li parêzgehên Idlib û Helebê bûye sedema gurrbûna gêreya di navbera Enqere û Şamê. 

Tirkîye tevî ku dijî wê opêrasyona rewa ya Artêşa Sûrîyê derdikeve, pişkeke axa Sûrîyê dagir kirîye û pişta têrorîstan jî digire.