Rûsyayê ji Tirkîyê xwest ku xebatkarên Sputnikê azad bike
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji ber girtina xebatkarên Ajansa Nûçan a Sputnikê li Tirkîyê rexne kir û tevî pêgirîya ser azadkirina demlidest a wan, ew kara binpêkirina mafên rojnamevanan da zanîn.
Di daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hatîye: 2 rojan berî nika çend welatîyên nerazî yên Tirkîyê êrişî avahîya Ajansa Nûçan a Sputnikê kirin û bi durişm û gefan nûçegîhan û xebatkarên wê Ajansê dilgiran kirin.
Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye: Nûçegîhanên me ji duh va di destê hêzên emnî yên Tirkîyê da ne û mixabin îmkana têkilîya bi wan re jî pêkan nebûye.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxûyanîya xwe da ji rayedarên Tirkîyê xwestîye ku wê mijarê bişopînin û ewlehîya xebatkarên mêdyayên Rûsyayê li wî welatî biparêzin.
Dewama pêşdaçûna Artêşa Sûrîyê û tengkirina xeleka dorpêça ser têrorîstan li parêzgehên Idlib û Helebê bûye sedema gurrbûna gêreya di navbera Enqere û Şamê.
Tirkîye tevî ku dijî wê opêrasyona rewa ya Artêşa Sûrîyê derdikeve, pişkeke axa Sûrîyê dagir kirîye û pişta têrorîstan jî digire.