Erdogîn dawîn karta xwe têkildarî alûgurên Sûrîyê aşkira kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313649-erdogîn_dawîn_karta_xwe_têkildarî_alûgurên_sûrîyê_aşkira_kir
Dewleta Tirkîyê bi serokatîya Receb Teyîb Erdogan ku ji heyamek berî nika ve di qonaxên dijwarkirina qeyrana Sûrîyê nemaze dema dijwarbûna zextên ser kesên çekdar û têrorîstên ser bi Enqerê de gef li ewrûpîyan xwaribû ku yê rêya hereketa bi milyonan awareyên sûrî ber bi Ewrûpayê va veke , di van rojên dawîyê de ew gefa xwe cih anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 29, 2020 12:57 Asia/Tehran
  • Erdogîn dawîn karta xwe têkildarî alûgurên Sûrîyê aşkira kir

Dewleta Tirkîyê bi serokatîya Receb Teyîb Erdogan ku ji heyamek berî nika ve di qonaxên dijwarkirina qeyrana Sûrîyê nemaze dema dijwarbûna zextên ser kesên çekdar û têrorîstên ser bi Enqerê de gef li ewrûpîyan xwaribû ku yê rêya hereketa bi milyonan awareyên sûrî ber bi Ewrûpayê va veke , di van rojên dawîyê de ew gefa xwe cih anî.

Di van rojên dawîyê de û bidû dijwarbûna êrişên Artêşa Sûrîyê ser têrorîstên li Idlibê û pêkutîya dewleta Şamê ser azadkirina hemî deverên vî welatî û asêbûna têrorîstan li wê devera Sûrîyê zextên ser Tirkîyê dijwar bûne û carina jî Artêşên her du welatan himberî hev sekinîne û duh di şerê di navbera her du alîyan de 33 leşekrên Tirkîyê hatin kuştinê. 

Hevgavê vê yekê zext û zora Ûrsêtê ser Tirkîyê li Sûrîyê jî dijwar dibe. Nika ku kesên çekdar ên ser bi Tirkîyê li Sûrîyê pêrgî xetera jinavçûnê bûne, ew komana û dewleta Tirkîyê û şexsê Erdogan bi awayekî giran asê bûne. 

Tevî gefên Erdogîn, Artêşa Sûrîyê êrişên xwe didomîne û Ûrsêt û şexsê Pûtîn jî bi awayekî teqil himberî helwestên dagirkerane yên Tirkîyê li axa Sûrîyê sekinîne. Nika Erdogan zêdetir ji her demî hesta işkestê dike û di vê rewşê de karta xwe ya herî dawîyê daye meydanê. Bi işaret û fermana rasterast a hikûmeta Tirkîyê nika bi hezran awareyên sûrî ji deverên curbicur ên Tirkîyê bi otobosên ku Enqere kirîya wan dide xwe digihînin sînorên Tirkîye û Yûnan û Bulgaristanê ta ku bi piştgirî û rênimayîyên dewleta Tirkîyê xwe bigihînin Ewrûpayê.

Erdogan gellekî hêvîdar e ku hicûma pêla berfire ya awareyên sûrî ser Ewrûpayê de serokên ewrûpî neçar bike ku pişta helwestên wî li Sûrîyê bigirin. Lê tu dibê qey Erdogîn ji bîr kirîye ku ew ordûya koçber û penaxwazan heta asteke zêde ji ber sîyasetên wî yên şaş ên têkildarî Sûrîyê bi rê ketîye ku ji sala 2001`ê va û bi destpêbûna qeyrana Sûrîyê bi sîyasetên şaş, nemaqûl û dagirkerane yên xwe û piştgirîyên aşkira ji komên çekdar û têrorîst li Sûrîyê ew ordûya awareyan saz kirîye.

Renge Erdogan û serokên din ên dewleta Tirkîyê hêvîdar bûne ku wê ordûya penaxwaz û awareyan di rewşên wek qeyrana roja îro de ser xêra xwe bi kar bînin. Helbet gellekî dûr xûya dike ewrûpî ku ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê û qeyranên civakî li parzemîna Ewrûpayê dilgiran in, bi rehetî guh bibin gefên Erdogîn û ji wan gefana bitirsin. Ew aware gelekî pêşda herin yê xwe bigihînin Yûnanê û li kempên peravên vî welatî bi awayekî demdirêj werin bicihkirinê yan pişkeke wan yê hewil bidin bi rêyên neqanûnî xwe bigihînin Ewrûpayê ku wê demê pişkeke zêde ya wan yê di wan rêyên neqanûnî yan deryayan de bixeniqin an ji ber serma û seqemê canê xwe ji dest bidin û di dawîyê de jî ew rewşa jî yê lekeyeke reş be li enî û karnama dewleta Tirkîyê û encameke sîyasetên şaş ên dewleta vî welatî himberî Sûrîyê be.