HDPê sedema îmzenekirina beyannameya derbarê Idlibê de aşkere kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313648-hdpê_sedema_îmzenekirina_beyannameya_derbarê_idlibê_de_aşkere_kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sedema beşdarnebûna xwe di wajokirina beyannameya hevbeş a şermezarkirina êrişa li dijî serbazên Tirkiyê li Idlibê aşkere kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 29, 2020 12:53 Asia/Tehran
  • HDPê sedema îmzenekirina beyannameya derbarê Idlibê de aşkere kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sedema beşdarnebûna xwe di wajokirina beyannameya hevbeş a şermezarkirina êrişa li dijî serbazên Tirkiyê li Idlibê aşkere kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxûyanîyekê de sedema beşdarnebûna xwe di wajokirina beyannameya hevbeş a şermezarkirina êrişa li dijî serbazên Tirkiyê li Idlibê aşkere kir ku ji 2 madeyan pêk tê.

Di wê daxuyaniya ku ji aliyê Fatma Kurtalan û Saruhan Oluç, wekîlên serokê fraksiyona HDPê ve hatiye belavkirin de, tê gotin, “Em rast nabînin ligel tifaqa desthilatdar a xwediyê siyaseta xelet li Sûriyê, karesata Idlibê şermezar bikin.”

HDP di wê daxuyaniyê de hevxemiya xwe tîne zimîn û serxweşiyê li kesûkarên wan leşkerên hatine kuştin dike û dibêje, “Lê em naxwazin vê yekê ligel wan kesan bikin ku hemû berpirsyariya siyasî li ser milê wan e.”

Herwiha HDP rexne li helwesta aliyên siyasî li Tirkiyê digire û dibêje, “Parlamento tevî hemû daxwazan jî kom nabe û mîna ku rewşeke asayî be serederîyê dike” û diyar dike, “Karesata Idlibê li pêş civakê û bi awayekî aşkere nîqaş nake, xwe nêzîk nake li hesabpirsîna hemû berdêlên ku her diçe giran dibin û li şûna wê partî beyannameyeke hevbeş a şermezarkirinê belav dikin. Ev helwestek e ku bi temamî ji samîmîbûnê dûr e.”

4 partiyên li parlamentoya Tirkiyê, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Komarxwaz a Gel (CHP), Partiya Tevgera Netewperest (MHP) û Partiya ÎYÎ bi beyannameyeke hevbeş êrişa li dijî serbazên Tirkiyê li Idlibê şermezar kiribûn