Tirkiye îdia dike ku êrîşî ser baregehên artêşa Sûriyê kiriye
Li pey candan û birîndarbûna bi dehan çekdarên artêşa Tirkiyê li Idliba Sûriyê, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê îdia kir ku artêşa vî welatî êrîşî ser baregehên artêşa Sûriyê li bakurê vî welatî kiriye.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyêyê Tirkiyê roja Îniyê di yekem axaftina xwe ya fermî piştî êrîşên şeva çûyî ya artêşa Sûriyê ser hêêzn Tirkiyê li Idlibê û kuştina herîkêm 33 çekdarên Enqerê, got: Firokeyên şêrr û topxaneya artêşa Tirkiyê zêde ji 200 baregehên artêşa Sûriyê dane ber êrîşê.
Wezîrê Berevaniyêyê Tirkiyê îdia kir ku lipey van êrîşan pênc helîkopter, çend tank û du pergalên berevaniya esmanî ji nav çûne û 309 kes ji hêzên artêşa Sûriyê jî hatine kuştin.
Di vî halî da, Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) daxwaza lidarxistina civîna awarte ya Parlimanê jibo vekolandina rewşa çekdarên vî welatî li Idliba Sûriyê kir.
34 çekdarên Tirkiyê berbanga îro Îniyê di encama êrîşa esmanî li nêzikî gundê Bareyê li Cebel Zaviyeya derdora parêzgeha Idlibê hatin kuştin.