Rojek piştî kuştina 33 serbazên Tirkiyê; Putin û Erdogan rewşa Idlibê gotûbêj kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313613-rojek_piştî_kuştina_33_serbazên_tirkiyê_putin_û_erdogan_rewşa_idlibê_gotûbêj_kirin
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, rojek piştî .kuştina 33 serbazên Tirkiyê li nav axa Sûriyê, îro Înê pêwendiyeke telefonî encam dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2020 11:24 Asia/Tehran
  • Rojek piştî kuştina 33 serbazên Tirkiyê; Putin û Erdogan rewşa Idlibê gotûbêj kirin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, rojek piştî .kuştina 33 serbazên Tirkiyê li nav axa Sûriyê, îro Înê pêwendiyeke telefonî encam dan.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ev yek aşkere kir û got, Putin û Erdogan di vê pêwendiya telefonî de rewşa herî dawî ya li Idlibê û cîbicîkirina rêkevtina Soçî gotûbêj kirine.

Bi gotina Lavrov, Putin û Erdogan herwiha têkildarî rewşa Lîbyayê jî axivîne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ti hûrgiliyên din derbarê naveroka pêwendiya telefonî ya navbera Putin û Edogan de aşkere nekir.

Hêj herdu serokatiyên Rûsya û Tirkiyê derbarê vê pêwendiyê de ti daxuyanî nedane.

Pêwendiya telefonî ya navbera herdu serokan rojek piştî êrîşa li ser hêzên Tirkiyê li Idliba Sûriyê tê, ku di encama vê êrîşê de 33 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.