Di bombebarana firokeyên Tirkiyê de li Şêladizê hemwelatiyekî canê xwe ji dest da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313584-di_bombebarana_firokeyên_tirkiyê_de_li_Şêladizê_hemwelatiyekî_canê_xwe_ji_dest_da
Firokeyên Tirkiyê sînorê Şêladizê li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin û di encamê de hemwelatiyekî sivîl canê xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2020 09:59 Asia/Tehran
  • Di bombebarana firokeyên Tirkiyê de li Şêladizê hemwelatiyekî canê xwe ji dest da

Firokeyên Tirkiyê sînorê Şêladizê li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin û di encamê de hemwelatiyekî sivîl canê xwe ji dest da.

Rêveberê bajarokê Şêladizê Warşîn Selman ji Rûdawê re ragihand ku firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Sîdanyan li devera Nêrweran bombebaran kir.

Warşîn Selman got ku di encama wê bombebarana firokeyên Tirkiyê de kesekî canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, ew kesê ku di wê bombebaranê de canê xwe ji dest daye, navê wî Xelîl Ibrahîm e û temenê wî 47 sal e.

Balafirên artêşa Tirkiyê bi mihaneya şerê li dijî PKKê bi caran gund û deverên sivîl li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran dikin ku di encama van bombebaranan gelek ji xelkê sivîl tên kuştin û birîndar dibn û gelek xisar jî li mal û milkên wan dikevin. Lê belê heya niha rayedarên vê Herêmê helwêsteke cidî li hemberî van kiryarên dewleta Tirkiyê nîşan nedane.