Hevdîtinên şandên Tirkiyê û Rûsyayê yên derbarê Sûriyê de berdewam dikin
Sibat 27, 2020 09:49 Asia/Tehran
Li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê hevdîtinên şandên Tirkiye û Rûsyayê yên derbarê rewşa dawîn a li Idlibê de ku duh dest pê kiribû, îro jî berdewam dikin.
Hevdîtinên şandên bi seroktiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ê berpirsê Karûbarê Sûriyê Alexander Lavrentiev û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşinîn yên ji bo gotûbêjkirina rewşa dawîn a li Idlibê duh birêve çû.
Tûra 3-yemîn a hevdîtinên di navebra heyetên ji Tirkiye û Rûsyayê, li Wezareta Derve ya Tirkiyê hatin kirin.
Biryar e îro Pêncşemê 27ê Sibatê gotûbêj ji cihê mayî berdewam bike.
Şandên Tirkiye û Rûsyayê berî niha jî li ser mijara Idlibê, li Enqere û Moskowê du caran hevdîtin li dar xistibûn.