Li Idlibê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Di demekê de ku doh şandên Rûsya û Tirkiyê derbarê Idlibê de civiyan, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di êrîşeke asmanî de li Idlibê 2 leşkerên wan hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama bombebarana firokeyên hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê de 2 serbazên wan hatin kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûne.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê herwiha diyar kir wan serbazên xwe yên kuştî û birindar rakirin nexweşxana Dewletê ya Kilîsê.
Nakokiya li ser Idlibê hîn di navbera Tirkiye û Rûsyayê de berdewam e, di dema dawî de gelek caran serbazên Tirkiyê li Sûriyê rastî êrîşên artêşa Sûriyê hatine û roja 24ê vê mehê jî hat ragihandin ku zêdetir ji 10 serbazên Tirkiyê li Idlibê hatin kuştin û birîndarkirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de îdia kir, armanca serbazên wan li Idlibê, ne ji bo dagîrkirina xaka Sûriyê ye, lê ji bo aramiyê li Sûriyê ne.
Şer û pevçûn di navbera artêşa Sûriyê û grûpên terorîst ên serbi Tirkiyê li Idlibê berdewam e.
Parêzgeha Idlibê devera herî dawiyê ye ku li bin lepên terorîstan maye û Tirkiyê ji bo piştgiriya ji wan hêzên xwe şandine nav vê parêzgeha Sûriyê û naxwaze ku terorîstên li wir têk biçin. Ji bo azadkirina vê parêzgehê ji bin lepên terorîstên hanê eva du meh in Sûriyê operasiyoneke berfire daye despêkirin ku eva bûye sedema hêrsbûna rayedarên tirk.