Polîs pêşiya derbasbûna karwanê alîkariyên HDP bo erdhejlêxistiyên Wanê girt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313568-polîs_pêşiya_derbasbûna_karwanê_alîkariyên_hdp_bo_erdhejlêxistiyên_wanê_girt
Hêzên polîs û jandermeriya Tirkiyê pêşiya derbasbûna alîkariyên şaredariyên ser bi HDP bo gundê Baş kelayê li parêzgeha Wanê girtine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2020 15:09 Asia/Tehran
  • Polîs pêşiya derbasbûna karwanê alîkariyên HDP bo erdhejlêxistiyên Wanê girt

Hêzên polîs û jandermeriya Tirkiyê pêşiya derbasbûna alîkariyên şaredariyên ser bi HDP bo gundê Baş kelayê li parêzgeha Wanê girtine.

 Hêzên polîs û Wezareta navxwe ya Tirkiyê ku pêştir jî li erdheja navça Elazîqê nehiştibûn karwanê alîkariyên HDP derbasî vê navça erdhelêxistî bibe,vê carê jî hêzên polîs û jandermeriya Tirkiyê li kiryarekê pêşiya derbasbûna karwanê alîkariyên şaredariyên ser bi HDP bo gundê Baş kelayê li parêzgeha Wanê girtine. 

 Piştî erdheja 5.9 rîşterî li sînorê navbera Tirkiyê- Îranê û kavilbûna hin gundên sînorî li navça Baş kelayê ya parêzgeha  Wanê ku li encamê neh kes hatin kuştuin û 50 kes jî birîndar bûn, şaredariyên ser bi HDP li kiryarekê çar kamyonên xwarekên hişk, pêwîstiyên zarokan û betanî şandine navçên erdhejlêxistî ku polîs rê li ber wan girtiye.