Anatolu îdia kir: Fermandarê PKK li Mexmûra di êrîşa MÎT da hatiye kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313534-anatolu_îdia_kir_fermandarê_pkk_li_mexmûra_di_êrîşa_mÎt_da_hatiye_kuştin
Ajansa Anatoluyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê îdia kir ku Yehya Dûman bi nasnavê Sebir Torî, Fermandarê PKK li Mexmûra Kerkûkê di êrîşa hevpar a MÎT û hêzên çekdar ên Tirkiyê da li Şengalê hatiye kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2020 12:36 Asia/Tehran
  • Anatolu îdia kir: Fermandarê PKK li Mexmûra di êrîşa MÎT da hatiye kuştin

Ajansa Anatoluyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê îdia kir ku Yehya Dûman bi nasnavê Sebir Torî, Fermandarê PKK li Mexmûra Kerkûkê di êrîşa hevpar a MÎT û hêzên çekdar ên Tirkiyê da li Şengalê hatiye kuştin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Ajansa Anatoluyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê îdia kir ku Yehya Dûman bi nasnavê Sebir Torî,  Fermandarê PKK li Mexmûra Kerkûkê ku "Lîsteya têrorîstan a Wezareta karên derve ya Tirkiyê" da bûye û ji aliyê Întêrpolê va dihat şopandin, di êrîşa hevpar a MÎT û hêzên çekdar ên Tirkiyê da li Şengalê hatiye kuştin.

Li gorî nivîsîna vê ajansê, di êrîşa hevpar a MÎT û hêzên çekdar ên Tirkiyê da ku li navçeya Şengalê ya bakurê Iraqê pêk hatiye, ev fermandarê PKK'ê hatiye kuştin.

Lê PKKê heta niha ne ev îdiaya ajansa Anatoluyê piştrast kiriye, ne jî derew daye zanîn.