Tirkiyê derbarê êrişa Tirkiyê ser komên terorîstî hişyarî da vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313532-tirkiyê_derbarê_êrişa_tirkiyê_ser_komên_terorîstî_hişyarî_da_vî_welatî
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, Îbrahîm Kalin derbarê êrişa Tirkiyê ser bargeh û çeperên komên terorîstî li parêzgeha Idlibê hişyarî da Şamê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2020 09:54 Asia/Tehran
  • Tirkiyê derbarê êrişa Tirkiyê ser komên terorîstî hişyarî da vî welatî

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, Îbrahîm Kalin derbarê êrişa Tirkiyê ser bargeh û çeperên komên terorîstî li parêzgeha Idlibê hişyarî da Şamê.

Li gor IRIB Newsê, Îbrahîm Kalin îro got: Derfeta derketina hêzên leşkerî yên Sûriyê ji Idlibê heya dawiya vê mehê ye û emê li ser gotina xwe bimînin.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê,  li rewşekê ji Sûriyê dixwaze artêşa xwe ji nav axa xwe ya parêzgeha Idlibê derxîne ku dewleta Tirkiyê bi alîkariya terorîstan gelek deverên axa Sûriyê dagîr kirine.

Kalin herwiha got ku Enqerê ev mesela bi eşkera ji Rûsya û Îranê re û ji riya van du welatan ji Şamê re ragihandiye , ger Sûriye êrişên xwe li parêzgeha Idlibê berdewam bike wê Tirkiye bersiveke leşkerî bide wê.

Eva zêde ji du meh in ku Sûriyê bona azadkirina parêzgeha Idlibê ji bin lepên terorîstên ku Tirkiye li pişta wan e operasiyoneke berfire daye despêkirin ku eva bûye sedema rayedarên Tirkiyê û wan jî liv û tevgerên xwe yên leşkerî û dagîrkerîli navçê zêde kirine.

Desdirêjiya Tirkiyê û terorîstên pê re ser axa Sûriyê rastî dijberiya tund a Şamê û civatên navneteweyî hatiye.