Medhet Sencer: Sa Aştiya Mezin, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313503-medhet_sencer_sa_aştiya_mezin_divê_deriyên_Îmraliyê_bên_vekirin
Hevserokê nû yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di yekem axaftina xwe ya wek hevserokê partiyê got: "Sa Aştiya Mezin, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin"
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2020 08:10 Asia/Tehran
  • Medhet Sencer: Sa Aştiya Mezin, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin

Hevserokê nû yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di yekem axaftina xwe ya wek hevserokê partiyê got: "Sa Aştiya Mezin, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin"

Hevserokê nû yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di yekem axaftina xwe ya wek hevserokê partiyê got: "Em daxwaza rakirina berbenda ji ser riya vîn û iradeya sereke ya aştiyê li Tirkiyê dikin. Deriyên Îmraliyê vekin da ku deriyên Aştiyê heta hetayê vekirî bin. Heke biryar be rêya Aştiyê li Tirkiyê vekirî be, bi yeqîn û teqez dê Ebdullah Ocalan rênimayê vê riyê be. Ji ber vê yekê ye ku em dibêjin mijara Tecrîdê tenê kêşeya me nîne. Tenê babeteke mafdariyê nîne. Li vî welatî kêşeya aştiyê heye. Peyama me bo hemî mirovên xwedan wijdan e."

Medhet Sencer di dewama axaftina xwe da got: "Em li ser aştiyeke mezin diaxivin."

Wî ji serkirdeyên Tirkiyê ra jî got: "Heke hûn ewlehiyê dixwazin, hûnê wê bi Patriyot û S-400'an bi dest nexin. Hewcetiya herî mezin a gel beranberî ye. Em aniha jibo aştiyê di qonaxa herî hestyar da ne."