Di Kongreya çarem a HDP'ê da hevserokên nû hatin bijartin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313497-di_kongreya_çarem_a_hdp'ê_da_hevserokên_nû_hatin_bijartin
Perwîn Boldan û Medhet Sencer, tenha berendamên hevserokatiya HDPê wek hevserokên nû yên vê partiyê hatin bijartin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2020 05:34 Asia/Tehran
  • Di Kongreya çarem a HDP'ê da hevserokên nû hatin bijartin

Perwîn Boldan û Medhet Sencer, tenha berendamên hevserokatiya HDPê wek hevserokên nû yên vê partiyê hatin bijartin.

Di dawiya Kongreya çarem a Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) ku li Enqerê hatibû lidarxistin, Perwîn Boldan û Medhet Sencer tenha berendamên hevserokatiya partiyê bi wergirtina 836 dengan ji 838 dengên beşdaran, wek hevserokên nû yên HDPê hatin bijartin.

Perwîn Boldanê di Kongreya çarem a Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) da got: Rêya derketina Tirkiyê ji qeyrana Idlibê vegriyana bo peymana Dolme Baxçeyê.

Wê ku di Kongreya çarem a Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP)li Enqerê diaxivî, got: Rêya derketina Tirkiyê ji qeyrana Idlibê vegriyana bo peymana Dolme Baxçeyê.

Perwîn Boldanê got: Bi siyasetên safîkriinê nekarîn HDPê li erdê xînin. Di hilbijartinan da li hemberî me gellek berbend danîn, lê me hemî berbend rakirin û riya xwe domand. Emê vî welatî bi rê ce bibin û jibo rêveberiya welêt pêngavan radikin. Gelên me teqez dê bihara dêmokrasiyê bibînin.

Kongreya çarem a Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) bi beşdariya mêvanên derveyî ji 28 welatên cîhanê û vexwendiyên navxweyî dest pê bû û di destpêka kongreyê da peyama Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdaxê wek hevserokên berê yên HDPê hat xwendin.

Di peyama Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdaxê da hatibû ragihandin ku ji dema damezirandina HDPê heta niha, ev partî bûye hêviya gelên me û ev hêvî roj bi rojê mezintir dibe.