Hevserokên nû yên HDPê hatin bijartinê
Kongreya Çarem a HDPê îro birêve çû û hevserokên nû yên wê partiyê hatin hilbijartin.
Di kongreya çarem a HDPê de ku îro li Enqerê hat lidarxistin, Mithat Sancar û Pervîn Buldan bi 836 dengan wek Hevserokên HDPê hatin hilbijartin.
Herwiha di encama dengdanê de endamên Meclîsa Partiyê, Komîteya Dîsîplîna Navendî û komîteyên din ên ser bi wê partiyê ve hatin hilbijartin.
Hevserokê nû yê HDPê Mîthat Sancar berî destpêkirina dengdana bo hilbijartina hevserokan di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û amadebûna partiya xwe ragihand ji bo 'çareseriya pirsa Kurdan û pêkanîna aştî û aramiyê'.
Mîthat Sancar di gotara xwe de HDP weke ‘partiya hêviyê’ da nasandin û got ku HDPê vê hêviya xwe jî ji ‘kesên li ber xwe didin û evîdnarên azadiyê ne’ werdigire.
Mîthat Sancar got jî, “Niha dema wê ye em destkevtên xwe ava bikin. Ji bo avakirina demokrasî, azadî, aştî û dadweriyê dem hatiye.”
Hevserokê nû yê HDPê di gotara xwe de bang li partiyên siyasî û hikûmetê jî kir û amadebûna HDPê bo aştiyê ragihand û got, “ Ya pêwîst be em dê bikin, eger pwêsîtî bi berdêlê hebe em amade ne. Ji bo aştiyê kesek gavekê biaêvije, em amade ne bi kîlometreyan biçin.
Mîthat Sancar got jî di mijara pêkanîna aştî û çareseriyê de ew amade ne erka dikeve berê wan pêk bînin.