Qeyrana Idlibê, badimcanên sor ku genî dibin û destpêbûna pirsgirêkên Erdogan
Tirkiye li qeyrana Idlibê li hember Rûsiyê bi tenê ye û Ewrûpa û Emerîka di rewşa niha ewqas piştgiriya Tirkiyê nakin. Di vê rewşê de serokkomarê Rûsiyê amûrên pêdivî bona zext û zora ser Tirkiyê hene û amûra aborê yek ji wan e ku dê bo şexsê Erdogan gelek arîşeyan çêbike.
Medyayê Tirkiyê li heftiya buhurî raghandin ku bi sedan kamyonên hilgirê pênc hezar ton mîwe û helbirînên cotkariyê yên vî welatî li derwazeyên gumrukê li sînorê navbera Ûkrayn û Rûsiyê de gîro bûne. Encama muhtemel a vê trafîka kamyonan bo hemî kesên ku peywendiyên navbera Vladimir Pûtîn serokkomarê Rûsiyê û Receb Teyb Erdogan hevtayê wî yê tirk dişopînin, eşkere ye. Ger kar bikêşe pevçûneka giştalî a siyasî û aborî ser devera bin kontrola neyarên sûrî li Idlibê, Pûtîn dikare derbeyeka giran li li Erdogan xîne.
Cîhan hinekî bi dilgiranî li safîkirina hesaban di anvbera Pûtîn û Erdogan li qeyrana Sûriyê dinêre û bi fukar e ku NATO jî tevlî wê bibe. Tirkiyê hêzên xwe bona piştgiriya ji çekdarên tundrê li hember artêşa Beşar Esed serokkomarê Sûriyê ku ji aliyê Rûsiyê va piştgirî dibe, şandine Idlibê. Tirkiyê li salên buhurî gelek sermaye ser dijberên çekdar û komên terorîstî li Sûriyê xebtandiye û komên hanê beriya artêşa Tirkiyê li dagirkirina Sûriyê rola xwe hebûne, lê Ew niha li dawîn meqera xwe li Idlibê asteng bûne û artêşa Sûriyê û hêza hewayî ya Sûriyê ji erd û esmîna li wan dixin. Di vê rewşê de Erdogan pirtir ji her wexteka din hest dike ku lîstika li Sûriyê didorîne.
Diberiya navbera Pûtîbn û Erdogan li Idlbê niha derbasî qada aboriyê jî bûye û bandor kiriye ser peywendiyên wan ên aborî jî.
Rûsiey yek ji bazarên sereke yên derfirotina berhemên cotkariyê yên Tirkiyê ye.
Xala balkêş eva ye ku li nav van berheman renge bikaribin bbêjin ku badimcanê sor ji van berheman e ku li peywendiyên aborî yên nehevseng navbera Enqere û Moskowayê roleka giring heye. Tirkiye girêdayî ye bi dehan milyar dolar gaza xwezayî ku Rûsiey her salê difroşe. Xêncî viya Rûsiye niha nêzîkî heft milyon geştyar dişîne Tirkiyê û para herî zêde li rewneqa pêşeya geştyariya vî welatî heye.
Li sala 2015`an piştî ku Tirkiyê balefireka cengî ya rpsî li sînorê Sûriyê xist erdê û Erdogan daxwaza Pûtîn ya lêborîna demlidest cih neanî. Tiştên ku bûn goriyê qeyrana siyasî navbera her du welatan, geştyarî, cotkarên badimcanên sor (bamador) li Tirkiyê û li asteka berfirehtir aboriya Tirkiyê bû.
Aloziya siaysî navbera Tirkiyê û Rûsiyê heftiya buhurî bû sedem ku erzişa lîra Tirkiyê li hember dolar gihêşt asta xwe ya herîkêm li mehê.
Berhemanîna badimcanên sor pêşeyeka giring bo Tirkiyê yer û cotkar beşeke zêde û giring ji sindpqa dengan bo Erdogan pêk tînin. Niha rizîna badmcanên sor ên Tirkiyê li pişt derwazeyên sînorî yên Rûsiyê tenê dê bibe destpêka pirsgirêkên Erdogan û dikare bibe pirsgirêkeka mezin bo jiyan a siyasî ya Erdogan.