Namzetên Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313468-namzetên_hevserokatiya_giştî_ya_hdp’ê_diyar_bûn
Komîsyona Mûtabakatê ya Navendî ya HDP’ê ji bo namzetiya Hevserokatiya Giştî pêşniyaz li Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar re kir. Hate ragihandin ku her duyan jî pêşniyaz qebûl kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2020 09:13 Asia/Tehran
  • Namzetên Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn

Komîsyona Mûtabakatê ya Navendî ya HDP’ê ji bo namzetiya Hevserokatiya Giştî pêşniyaz li Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar re kir. Hate ragihandin ku her duyan jî pêşniyaz qebûl kirine.

Komîsyona Mûtabakatê ya Navendî ya HDP’ê bi daxuyaniyek diyar kir ku namzetên wan ên Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: “Di 23’ê Sibata 2020’an de em Kongreya Asayî ya 4’emîn li dar dixin. Ji bo nirxandina serlêdanên namzetên hevserokatiyê û desteyên rayedar ên partiya me, komîsyona me ya Mûtabakata Navendî xebatên xwe bi dawî kir. Nûnerên partiyên me yên pêkhate, KCD û HDK di nav komîsyona me de cih girtin û beriya kongreyê bi gelek aliyan re rûniştibûn.

Komîsyona me bi siyasetmedarên di girtîgehê de, nûnerên gel û baweriyan, rêxistinên kedê, rêxistinên jinan, pêkhateyên KCD û HDK’ê, ronakbîr, nivîskar, çalakvan û rojnamegeran re civiyaye, li rexne û pêşniyazên wan guhdarî kiriye.

Komîsyona me ya Mûtabakata Navendî pêşniyaza Hevserokatiya Giştî biriye ji Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar re. Rêzdar Bûldan û rêzdar Sancar vê pêşniyaza me qebûl kirine.

Li ser navê Komîsyona Mûtabakata Navendî em bang li hemû gelê xwe dikin ku bila bi coş tevlî Kongreya Asayî ya 4’emîn a partiya me bibin.”