Erdogan: Serokên 4 dewletan dê derbarê rewşa Idlibê de bicivin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313456-erdogan_serokên_4_dewletan_dê_derbarê_rewşa_idlibê_de_bicivin
Serokomarê Tirkiyê ragihand, ew dê roja 5ê Adarê li gel serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin, serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û seroka wezîran a Almanyayê Angela Merkel civîneke çar alî encam bidin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2020 05:22 Asia/Tehran
  • Erdogan: Serokên 4 dewletan dê derbarê rewşa Idlibê de bicivin

Serokomarê Tirkiyê ragihand, ew dê roja 5ê Adarê li gel serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin, serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û seroka wezîran a Almanyayê Angela Merkel civîneke çar alî encam bidin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê derbarê rewşa li parêzgeha Idlib a Sûriyê de ragihand ku ew dê li ser vê mijarê bi Putin, Macron û Merkel re civîneke çar alî encam bidin.

Erdogan di wê gotara xwe de amaje bi peywendiya telefonî ya li gel Putin kir û got, “Ji bo me meseleya Idlibê bi kêmanî bi qasî Efrînê girîng e.”

Erdogan herwiha îdia kir, “Hêvîdar im ev mesele di berjewendiya me û birayên me yên Sûrî de bi encam bibe.”

belav bûna rûniştina çar alî ya bi beşdariya Tirkiyê di rewşekê de ye ku Erdogan roja înê dîsa gef li Sûriyê xwar ku qet hêzên xwe ji axa Sûriyê bi taybetî Idlibê dernaxe. Hevdemê van gotinên Erdogan, Artêşa Tirkiyê dîsa leşker, wesayît, çek û sîlahên zav şandin devera Idliba Sûriyê.  

Li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê eva du meh in, artêşa vî welatî dest bi operasyoneke berfireh kiriye ku di encamê de hejmareke bajarok û deverên stratejîk ji bin destê terorîstên ku Tirkiye li pişta wan e derxistine û kontrol kirine ku eva bûye sedema hêrsbûna rayedarên Tirkiyê bi taybet Erdogan.Ji ber vê yekê Tirkiyê bi mihaneya şerê li dijî terorîsmê gelek deverên axa Sûriyê dagîr kiriye û wer xuya dike ku naxwaze terka axa vî welatî bide.