Leşkerekî Tirkiyê li Îdlib hat kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiye bi daxûyaniyekê ragihand ku di encama êrişa artêşa Sûriyê ser binkeyên artêşa Tirkiyê serbazekî wan hatiye kuştin.
Şevê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiye bi ragihandina vê nûçeyê herwiha ragihand ku wekî bersîvek hemberî êrîşa hikûmeta Sûriyê bi ser binkeyên Tirkiye de û kuştina serbazek wan, artêşa Tirkiyê bersivek tund da Artêşa Sûriyê û 21 binkeyên artêşa Sûriyê kirin hedefa êrişê.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyedu rojên berî viya jî di daxûyaniyekê de diyar kir ku 2 serbazên vî welatî li Idlibê hatine kuştin.
di vê navberê de serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan jî duh ragihand ewê roja 5ê Adarê li gel Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û seroka wezîran a Almanyayê Angela Merkel civînekê derbarê mijara Idlibê de encam bidin.
Erdogan bêyî ku balê bikişîne ser desdirêjiya Tirkiyê ser axa Sûriyê îdia kir ku welatê wî derbarê Idllibê ne şerxwaz û maceraxwaz e.
Li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê, artêşa vî welatî dest bi operasyoneke berfireh kiriye ku di encamê de hejmareke bajarok û deverên stratejîk ji bin destê terorîstên ku Tirkiye li pişta wan e derxistine û kontrol kirine ku eva bûye sedema hêrsbûna rayedarên Tirkiyê bi taybet Erdogan.Ji ber vê yekê Tirkiyê bi mihaneya şerê li dijî terorîsmê gelek deverên axa Sûriyê dagîr kiriye û wer xuya dike ku naxwaze terka axa vî welatî bide.
Di vê navberê de Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî ji ber giranbûna şer û pevçûnên navbera Tirkiyê û Sûriyê ragihand ku piştgiriya artêşa Sûriyê dike.