Berdevkê Xelîfe Hefter bertek nîşanî gotinên Erdogîn têkildarî Lîbîyê da
Berdevkê koma nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê li hemberî Serokomarê Tirkîyê ku got leşkerên vî welatî li Lîbîyê ne bertek nîşan da û Enqere sedema demdirêjbûna qeyrana Lîbîyê zanî.
General Ehmed Mismarî Berdevkê koma nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê got: Mukurhatina Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê derheq şandina leşkerên xwe bo Lîbîyê rola Enqerê di warê piştgirîya ji têrorîsmê û demdirêjkirina qeyrana vî welatî nîşan dide.
Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê duh jibo cara yekem piştrast kir ku hejmarek çekdarên qaşo Artêşa Netewî ya Sûrîyê şandine Lîbîyê û bilî wan, hejmarek leşekrên Tirkîyê jibo raberkirina perwerdeya leşkerî şandine Lîbîyê.
Wî pêgirî kir: Dewleta Faiz Sirac tiştek ji xwe tineye û fermanên Tirkîye, Qeter û milîtanan cih tîne. Artêşa Netewî ya Lîbîyê dê hîç rêkevtinameyeke agirbesê berî vekişîna kirêgirtî û hêzên Tirkîyê ji axa Lîbîyê wajo neke.
Xelîfe Hefter Fermandeyê hêzên nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê jî duh ragihand: Em jibo agirbesê li Lîbîyê amade ne, bi mercê ku hêzên Tirkîyê û kirêgirtî vekişin.