Gundekî Geverê di bin berfê de ma
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313438-gundekî_geverê_di_bin_berfê_de_ma
Li parêzgehên Wan, Colemêrg û Bedlîsê li Tirkîyê ji ber berfê rêyên 420 gundan hatin girêdanê taybetî jî gundekî Geverê di bin berfê de ma.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2020 06:05 Asia/Tehran
  • Gundekî Geverê di bin berfê de ma

Li parêzgehên Wan, Colemêrg û Bedlîsê li Tirkîyê ji ber berfê rêyên 420 gundan hatin girêdanê taybetî jî gundekî Geverê di bin berfê de ma.

Li parêzgeha Wanê ji ber berfa zêde ‎rêyên 185 gundan hatine girêdanê.

Li Wanê û qezayên wê barîna berfa zêde bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Berfê li bajarokên Miksê 128, Şaxê 12, Westan 7, Payîzava 23 û Bêgirê jî 1 bi giştî rêyên 185 ‎gundan girêdaye. Nemaze gundekî Geverê tam di bin berfê de maye.

Karûbarên vekirina rêyan ji aliyê tîmên peywendîdar ve bê navber didomin û li gelek navçeyan ‎çûn û hatin zehmet bûye.

Li Colêmerge jî ev heyama 4 rojan e berf bênavber dibare û ji ber berfê rêyên 73 gund û 149 mezrayên ser bi navend û navçeyên bajêr ve hatine girêdanê. 

Li cihên bilind ên herêmê bejna berfê ji 4 mêtran derbas dibe. 

Li bajarê Bedlîsê jî berfê rêya 13 gundan girêda.