Sezayî Temllî: Armanca HDP berfirekirina hevalbendîya dêmokiratîk e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313420-sezayî_temllî_armanca_hdp_berfirekirina_hevalbendîya_dêmokiratîk_e
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) got: Armanca me berfirekirina hevalbendîya dêmokiratîk li Tirkîyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2020 14:57 Asia/Tehran
  • Sezayî Temllî: Armanca HDP berfirekirina hevalbendîya dêmokiratîk e

Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) got: Armanca me berfirekirina hevalbendîya dêmokiratîk li Tirkîyê ye.

Sezayî Temellî Hevserokê HDP amajeyî amadebûna vê partîyê jibo berfirekirina hevalbendîya opozosyonê li Tirkîyê kir û got: Herçend ku me bi awayekî rasterast pişta Hevalbendîya Milet (CHP, Iyi Partî û Seadet) negirt lê me bi kivşnekirina berbijaran bi armanca paşdadayîna Hevalbendîya Cimhûrê (AKP, MHP) himberî bloka hikûmetê piştgirî da berbijarên Hevalbendîya Miletê. 

Wî herwiha got: Bi istiratêjîya HDP ya di hilbijartinên 31`ê Adara sala 2019`ê de, Hevalbendîya Cimhûrê ser neket. Nika jî em hewil didin wê istiratêjîyê berfire bikin û li pêş bixin.

Sezayî Temelli herwiha got: Me bi berfirekirinaistiratêjîya xwe hevalbendîya dêmokirasîyê xurt kir. Nika jî divê em vê hevalbendîya dêmokirasîyê di warê civakî de jî berfire bikin ta ku rêçareyên dêmokiratîk di her warî de serêxwe bigirin. Armanca sereke ya Kongira mezin a HDP jî yê ''iqtidara dêmokiratîk bi hevalbendîya dêmokiratîk'' be. Ev yeka jî dê ser bingeha welatîbûna berwnber û sîstema parlimanîyê bi xurtkirina dêmokirasîyên xwecihî be.