Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Amerîka Pergala Patriyotê ji me ra dişîne
Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê got ku Amerîka piştî berfirehbûna pevçûnan li Sûriyê û candana çekdarên Tirkiyê li Idliba Sûriyê, biryar daye ku Pergala Berevaniya Mûşekî ya Patriyotê bo Tirkiyê bişîne. Wî ev êrîş avêtin ser milê artêşa Sûriyê.
Li gorî rapora Farnce Pressê, Akar di gotûbêja digel CCNturk'ê de got ku Tirkiye tûşî gefên esmanî û mûşekî bûye, loma hewcetî bi Patriyotê heye.
Wî her cûre piştevaniya bejahiyê ya hêzên amerîkî ji artêşa Tirkiyê li Sûriyê red kir.
Ji meha Sibatê va heta niha 16 çekdarên Tirkiyê li Idlibê hatine kuştin.
France Pressê ragihandiye ku pevçûnên vê dawiyê navbera Enqere û Şamê nakokiyên navbera Tirkiye ku pişta komên têrorîst li Idlibê digire û Rûsiyê ku li pişta hikûmeta Sûriyê da ye, gurr kiriye.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di vê hevpeyivînê da got ku rêveberiya qada esamnî ya Idlibê yek ji dosyeyan e û Tirkiye dixwaze ku Rûsiyê têde mudaxile neke.