Erdogan ji Parlimanterên AKP re: Hûn bê zar û ziman in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313414-erdogan_ji_parlimanterên_akp_re_hûn_bê_zar_û_ziman_in
Serokomarê Tirkîyê û Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) derbarê rexneyên têkildarî wê partîyê lome li parlimanterên AKP kirin û ew bê zar û ziman bi nav kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2020 13:54 Asia/Tehran
  • Erdogan ji Parlimanterên AKP re: Hûn bê zar û ziman in

Serokomarê Tirkîyê û Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) derbarê rexneyên têkildarî wê partîyê lome li parlimanterên AKP kirin û ew bê zar û ziman bi nav kirin.

Parlimanterên AKP di civîneke digel Receb Teyîb Erdogan de basa wê çendê kirine ku himberî rexneyên têkildarî AKP dikevin tengasîyê, nemaze rexneyên ku dibêjin AKP ji esasa xwe dûr ketîye.

Receb Teyîb Erdogan jî di bersiva wan de gotîye ku hûn çima nikarin bersivê bidin? Hûn bê zar û ziman û bêhelwest in. Partîya me nika hema wek roja yekem a damezirandinê ye.

Erdogan herwiha pêgirî kir ku kesên ku AKP bi dilê wan nebûye, jê derketine û çûne nav partîyên din.

Ev gotinnê Erdogîn di halekî da ne ku pirranîya endamên AKP mukur hatine ku partîya wan ji rêzik û pîvanên ku ser wan hatîye damezirandinê, dûr ketîye.