Daxwaza betalkirina parêzbendiya dadweriyê ya 6 parlementerên HDPê li parlimana Tirkiyê
Serokatiya Parlimana Tirkiyê bi danezana 10 dosyeyên dadweriyê yên şeş parlementerên HDPê bo Komîsiyona Qanûna Bingehîn û Dadmendiyê ya Parlimana Tirkiyê daxwaza betalkirina parêzbendiya dadweriyê ya van parlementerên Parlimana Tirkiyê kiriye.
Mijara betalkirina parêzbendiyên dadweriyê ji parlementerên HDPê ku ji Gulana 2016an va bi dengê erênî yê parlementerên Parlimana Tirkiyê ji wan yên CHPê ketiye rojevê, careke din li parlimana Tirkiyê hatiye hilêxistin û serokatiya Parlimana Tirkiyê daxwaza betalkirina parêzbendiya dadweriyê ya şeş parlementerên HDPê li parlimana Tirkiyê kiriye.
Li gorî nivîsîna rojnameya Evrenselê, Serokatiya Parlimana Tirkiyê bi danezana 10 dosyeyên dadweriyê yên şeş parlementerên HDPê bo Komîsiyona Qanûna Bingehîn û Dadmendiyê ya Parlimana Tirkiyê daxwaza betalkirina parêzbendiya dadweriyê ya van parlementerên Parlimana Tirkiyê kiriye.
Dosye ev in: 4 dosye dijî Sêzayî Temelî, Hevserokê HDPê
1 Dosye dijî Perwîn Boldanê, Hevseroka HDPê
2 Dosye dijî Gulistan Qilîç Qûş Yexît, Parlementera Mûşê
1 Dosye dijî Mirad Darî saç, Parlementerê Wanê
1 Dosye dijî Berdan Ozturk, parlementerê Agiriyê
Li gorî nûçeyeka din ji Tirkiyê, hêzên Polîsê Istenbûlê endamên malbateke kurd a batmanî li vî bajarî dane ber lêdanê û bi giranî birîndar kirin.
Li gorî lêzanînên bidesthatî, li pey girtina Mihemed Yamanê 16 salî ji aliyê hêzên Polîsê Tirkiyê ku endamê malbateke Batmanî ye, birayên wî li dijî vê girtinê ketine dorê ku li pey vê destwerdanê hêzên polîs bi giranî li birayên Yamên dane.
Ji ber vê yekê, dest û piyê çepê yê Mehmet Yamanê 48 salî bêliv bûne û eva çar roj in ku di beşa baldariyên taybet ên nexweşxaneya Çapa da di rewşa Kumayê da ye.