Serokê Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbêyê bi Erdogîn re civîya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313406-serokê_dewleta_tifaqa_netewî_ya_lîbêyê_bi_erdogîn_re_civîya
Serokê Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbêyê Faiz Sirac şeva buhurî li Istenbolê bi Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogîn re civîya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2020 07:43 Asia/Tehran
  • Serokê Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbêyê bi Erdogîn re civîya

Serokê Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbêyê Faiz Sirac şeva buhurî li Istenbolê bi Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogîn re civîya.

Hevdîtina Sirac û Erdogîn bêyî pişikdarkirina nûçegîhanan û li pişt derîyên girêdayî pêk hat.

Eva duyemîn seredana Faiz Sirac bo Tirkîyê û hevdîtina wî digel Erdogîn di kêmtir ji 2 mehên buhurî de ye.

Tirkîye vê dawîyê bi awayekî ciddî tevlî dosîya Lîbîyê bûye û himberî koma nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê bi fermandetîya Xelîfe Hefter pişta delweta Faiz Sirac digire.

Serokê Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbêyê Faiz Sirac û Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogîn di 27`ê Mijdara sala buhurî de jî 2 liyêkgiheştinamên hevkarîya di warên ewlehî û deryayî de wajo kirin ta ku Enqere bikare gazê li deryaya Medîteranê peyda bike û derxe. Ev yeka bû sedema nerehetîya Misr, Qibris, Yûnan û general Xelîfe Hefter Fermandeyê koma nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê. 

Tirkîyê herwiha di çarçova piştgirîya ji Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbêyê de çend hezar çete û milîsên li Sûrîyê şandine Lîbîyê.