Abdullah Gul: Derfetên ji Erdogan re hatin dayîn Parliman lawaz kirin
Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul tekez kir AKP`ê ji rêya xwe dûr ketiye.
Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul ji rojnameya Karar a Tirkiyê re got ku dayîna erkên berfireh ji Erdogan re bû sedema lawazbûna Parlimanê.
Ebdulah Gul got ku AKP di serdema wî de di sala 2002`yan de mînak bû, AKP`ê li ser esasê pîvanên aqil serwerî dikir û wiha axivî: Lê rewş hat guhertin, ji ber ku AKP dûrî rêya xwe ya demokratîk çû."
Gul destnîşan kir ku guhertina sîstema Tirkiyê û dayîna derfetên berfireh ji Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan re li gorî sererastkirina destûrê, parlamenterî û hikûmeta parlamentoyê li Tirkiyê bi awayekî berfire lawaz kirin û tenê di aliyê şeklî de hişt.
Girêdayî rewşa Idlibê jî Gul diyar kir ku nabe ku şer bi Sûriyê re were kirin. Her wiha diyar kir ku nêrîna tevahîya cîhanê derbarê Sûriyê de ji destpêkê ve şaş e. Her wiha Gul peymana S-400’an a di navbera Tirkiye û Rûsyayê de red kir.