Li Rihayê meş û xwepêşandan mideha mehekê hatin qedexekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313384-li_rihayê_meş_û_xwepêşandan_mideha_mehekê_hatin_qedexekirin
Li bajarê Rihayê yê Tirkîyê çalakiyên wekî meş, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê, vekirina konan û standan bo heyama mehekê hatin qedexekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 20, 2020 12:48 Asia/Tehran
  • Li Rihayê meş û xwepêşandan mideha mehekê hatin qedexekirin

Li bajarê Rihayê yê Tirkîyê çalakiyên wekî meş, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê, vekirina konan û standan bo heyama mehekê hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Rihayê, ji 19ê Sibatê heta ‎‎19 Adara 2020ê li sînorê parêzgeha Rihayê, civîn, xwepêşandan, meş, grev, ‎vedana çadir û standan û hemû çalakiyên wiha hatine qedexekirin.‎

Walîtiya Rihayê amaje dike ku armanc ji vê biryarê ew e ku “ewlekariya neteweyî were parastin û herwiha rê li ber bûyerên civakî û tevlîheviyan” were girtin.

Walîtiya Rihayê herwiha ragihand ku ew biryara ligorî hejmara 5442 ya Madeya 11ê ya yasaya rêveberiya bajaran daye.