Tirkiyê ji bo derketina ji Idlibê 10 roj mohlet da Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313381-tirkiyê_ji_bo_derketina_ji_idlibê_10_roj_mohlet_da_sûriyê
Wekîlê Dayimî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî Ferîdun Sinirlioglu di civîna Konseya Ewlehiyê ya NYê de ragihand ku ew leşkerên xwe ji Idlibê venakişînin û divê heta dawiya vê mehê, hêzên Sûriyê li herêma Idlibê ji cihên xwe yê niha vekişin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 20, 2020 09:17 Asia/Tehran
  • Tirkiyê ji bo derketina ji Idlibê 10 roj mohlet da Sûriyê

Wekîlê Dayimî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî Ferîdun Sinirlioglu di civîna Konseya Ewlehiyê ya NYê de ragihand ku ew leşkerên xwe ji Idlibê venakişînin û divê heta dawiya vê mehê, hêzên Sûriyê li herêma Idlibê ji cihên xwe yê niha vekişin.

Wekîlê Dayimî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî Ferîdun Sinirlioglu di civîna Konseya Ewlehiyê ya NYê de idia kir ku Artêşa Sûriyê li Îdlibê bi qestî êrîşî hêzên Tirkiyê dike û bi bîr xist ku 5 leşkerên Tirkiyê di êrîşan de hatine kuştin, lê hêzên Tirkiyê demildest bersiva êrîşan dane.

Di berdewamiya axavtina xwe de Sinirlioglu got: “Tirkiye li Îdlibê yê li hemû cihên ku gef in, bixe. Em dê leşkerên xwe paşve venekişînin û ji baregehên çavdêriyê venekişin. Heta dawiya mehê divê hêzên Artêşa Sûrîyê ji deverên ku niha lê ne, vekişin."

Ji hêla din ve Artêşa Tirkiyê navçeyeke serbazî li ser sînorê parêzgeha Idlibê ragihand û ew navçe ji xelkê sivîl û rojnamevanan re qedexe kir.

Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê jî ragihand ku Artêşa Tirkiyê hêzên xwe ji gundên Heras, Suda, Menacîr û Şibliye yên li derdora Til Temirê vekişandin û navendên xwe yên wan gundan jî şewitandin.

Di daxûyanîya Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê de hatêye ku sedema vekişandina hêzên Tirkîyê nayê zanîn, lê vê dawîyê di navbera hêzên Tirkîyê û hin çekdarên opozîsyona Sûriyê de li ser pirsa Idlibê alozî derketibû.

Berî vîya roja 12ê vê mehê jî Tirkiyê hêzên xwe ji 7 gundên derdora Til Temirê û Ebû Rasên vekişandibûn.