Derbeke giran li benda Erdogîn e; Elî Babacan meha tê partîya xwe radigihîne
Biryar e ku meha bê Elî Babacan yek ji damezirînerên Partîya Dad û Geşepêdanê, partîyeke nû li Tirkîyê damezirîne.
Ligorî rapora Malpera Rojnama Socu`yê, biryar e ku Elî Babacan Wezîrê berê yê Abora Tirkîyê di meha Adarê de partîya nû ya xwe ragihîne û karên wê partîya nû jî bidawî bûne.
Elî Babacan yek ji damezirînerên Partîya Dad û Geşepêdanê ye ku wêdaçûna wî ji AKP derbeyeke giran li cîgeha gelanî ya AKP weke partîya Erdogîn xist.
Biryar e ku Babacan di çend rojên bê da daxwaza fermî ya izna karkirina partîya xwe li Wezareta Navxwe ya Tirkîyê bike. Bi vî awayî partîya Elî Babacan dibe duyem partî piştî cidabûna Ehmed Dawûdoglu ji AKP û damezirandina partîyeke nû. Kesayetîyê herînavdar û berbiçav li Tirkîyê ku piştgirîya partîya Elî Babacan dike, Ebdullah Gul Serokomarê berê yê vî welatî ye.