Daketina erzişa diravê Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313356-daketina_erzişa_diravê_tirkiyê
Erzişa lîreya Tirkiyê piştî gefa vî welatî li bara destêwerdana eskerî li Sûriyê gihêşt asta xwe ya herî nişîv di neh mehên buhurî de.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2020 13:04 Asia/Tehran
  •  Daketina erzişa diravê Tirkiyê

Erzişa lîreya Tirkiyê piştî gefa vî welatî li bara destêwerdana eskerî li Sûriyê gihêşt asta xwe ya herî nişîv di neh mehên buhurî de.

 Li gorî rapora Reuters`ê, erzişa lîra Tirkiyê roja sêşemiyê li hember diravên derveyî û bi taybet dolarê gihêşt asta xwe ya herî nizim ji Gulana 2019`an yanê 6.0695 lîreyê li beramber dolarekê. 

 Ev daketina erzişê ji ber dilgiraniya sermayedaneran ji zêdebûna mudaxila eskerî li Sûriyê piştî gefên berdewam ên berpirên Enqerê û hewldana banka navendî ya Tirkiyê bona kêmkirina nirxa sûda, diravê ku li bankê tê razandin, lezgîn bûye. 

 Li gorî vê raporê, lîra Tirkiyê li du salên buhurî nêzîkî sedî 36 û ji destpêka îsal 2020`an heta niha nêzîkî sedî du erzişa xwe ji dest daye.