Erdogan hişyarî da: Em dê operasyona Idlibê dest pê bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313352-erdogan_hişyarî_da_em_dê_operasyona_idlibê_dest_pê_bikin
Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan derbarê rewşa Idlibê û egera berdewambûna êrîşên hêzên Sûriyê li sînorê wê parêzgehê, hişyarî da û ragihand, eger rewş neguhere, Tirkiye dê bêyî ti hişyarîdanekê operasyona Idlibê pêk bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2020 12:43 Asia/Tehran
  • Erdogan hişyarî da: Em dê operasyona Idlibê dest pê bikin

Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan derbarê rewşa Idlibê û egera berdewambûna êrîşên hêzên Sûriyê li sînorê wê parêzgehê, hişyarî da û ragihand, eger rewş neguhere, Tirkiye dê bêyî ti hişyarîdanekê operasyona Idlibê pêk bîne.

Receb Teyîb Erdogan îro li parlamentoyê di civîna fraksyona AKP li Enqerê behsa rewşa parêzgeha Idlibê ya Sûriyê kir ku di kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, lê di wan demên dawiyê de rastî êrîşeke berfireh a artêşa hikûmeta Sûriyê hatiye.

Erdogan ragihand, eger pêwîst bike Tirkiye dê weke operasyonên xwe yên din ên di nav axa Sûriyê de, operasyona Idlibê jî dest pê bike û derbarê wê yekê de hişyarî da Sûriyê.

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, ev hişyariya dawîn e ku Tirkiye derbarê rewşa Idlibê de dide û got, wan hemû amadekarî ji bo encamdana operasyona Idlibê kirine û tekez kir, ew dê bêyî ti hişyarîdaneke pêşwext operasyona Idlibê dest pê bikin.

Bi gotina Erdogan, meseleya operasyona Idlibê niha tenê girêdayî demê ye û hişyarî da hikûmeta Sûriyê û tekez kir, ew Idlibê ji Esed re nahêlin û ew dixwazin ku parêzgeha Idlibê nebe metirsî ser ewlehiya Tirkiyê.

Erdogan amaje bi danûstandinên Tirkiyê û Rûsyayê yên derbarê rewşa Idlibê de jî kir û got, “mixabin danûstandinên me bi Moskowê re bê encam bûn” û destnîşan kir: “Ji bo parastina asayişa xwe ya niştimanî, em dê her tiştî bikin.”

Erdogan got: “Bi her nirxekê be, em li ser vê yekê rijd in ku Idlibê hem ji bo Tirkiyê û hem ji bo herêmê bikin navçeya aram.”