Enqere: Me tivdîrên paşdabirina Artêşa Sûrîyê ji Idlibê kirine
Berdevkê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya Tirkîyê gef kir ku heke hêzên Artêşa Sûrîyê ji Idlibê paşda venekişin, Enqere dê neçar be êrişê bike.
Umer Çelîk Berdevkê AKP îro piştî bidawîhatina civîna desteyên Tirkîye û Ûrsêtê li Moskowê bi dubarekirina gefên berê dijî opêrasyona hêzên Artêşa Sûrîyê dijî têrorîstan li Idlibê, xwest ku hêzên Artêşa Sûrîyê vegerin devera ku di rêekvtinama Soçîyê de hatîye kivşkirinê.
Çelîk got: '' Me di wan hevdîtina de ji Ûrisan re got ku tivdîrên paşdabirina Artêşa Sûrîyê ji Idlibê hatine kirine, heke hêzên Şamê xwe venekişin.''
Berdevkê AKP şeva buhurî jî dewleta Şamê bi binpêkirina agirbesê li Idlibê tawanbar kir û idia kir ku eva Tirkîye nîne ku rêkevtinama Soçîyê têkildarî Idlibê binpê kiribe.
Ji hêla din ve, Desteya Tirkiyê ku ji bo gotûbêja liser pirsa Idlibê serdama Moskowê kiribû, bê encam vegeriya Enqerê.
Civîn û danûstandinên di navbera Enqere û Moskowê de li ser Idlibê îro jî berdewam bûn, lê belê bêyî ti encameke wan civînan were ragihandin, desteya Tirkiyê serdana xwe ya bo Rûsyayê bi dawî anî û vegeriya Tirkiyê.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşuglu jî îro di daxuyaniyekê de ragihand, ger ew di danûstandinên li Moskowê de lihev nekin, dê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û Serokê Rusyayê Vladimir Putin bicivin.
Li gorî çend çavkaniyan, ev derfeta rawestandina şêrr, dibe ku derfeta dawî ya gotûbêjên Enqere û Moskowê be.