Abdullah Gul: Meseleya Kurdan êdî bûye meseleyeke navdewletî
Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul dibêje, Meseleya Kurdan êdî bûye meseleyeke navdewletî û divê Tirkiye li gor vê yekê serederîyê bike.
Abdullah Gul di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Karar a Tirkiyê, amaje bi wê yekê da, ku Meseleya Kurdan êdî bûye meseleyeke navdewletî û diyar kir, ku ew yek encama siyasetên şaş e.
Serokomarê berê yê Tirkiy tekez kir, pirsa Kurd niha yek ji pirsên herî girîng ên Tirkiyê ye û destnîşan kir, ew naxwaze ti kesî yan aliyekî gunehbar bike, lê belê têkildarî vê meseleyê ew hemû berpirsyar in.
Bi gotina Gul, ji ber ku wan di nava xwe de, bi destpêşxeriya xwe û li gor standarên bilind ên mafên mirovan, pirsa Kurdî çareser nekir, êdî ew pirs veguherîye meseleyeke herêmî û navnetewî.
Abdullah Gul herwiha dibêje: “Eger em vê pirsê di nav xwe de çareser bikin, welatê xwe û navçeyê jî bihêztir dikin. Lê ji wê yekê ditirsim vê pirsê li welatê xwe çareser nekin, pirs tenê di nav welêt de namîne û rewşeke û qonaxeke navdewletî li xwe bigire.”
Yanzdehemîn Serokomarê Tirkiyê di berdewamiya axavtinên xwe de tekez dike, ku divê Tirkiye vegere sîstema parlamenteriyê û piştgiriya xwe bo wê partiya nû ragihand ku biryar e Wezîrê Berê yê Aboriya Tirkiyê Alî Babacan, di hefteya yekem a meha Adarê de rabighîne.