Hindistanê banî balyozê Tirkiyê kir
Wezareta karên derve yê Hindistanê wek berteka li hember gotinên serokkomarê Tirkiyê li bara Keşmîrê li sefera Pakistanê, banî balyozê Enqerê li Dêhliyê nû kir.
Nerazîbûna dewleta Hindistanê li hember gotinên serokkomarê Tirkiyê li bara Keşmîrê û ragihandina piştgiriya wî ji helwêstên Pakistanê, îro Duşemiyê bûye sedem ku Dêhliyê nû balyozê Enqerê banî Wezareta derve ya Hindistanê bike.
Bankirina balyozê Tirkiyê li Hindistanê bo Wezareta derve piştî sefera vê dawiyê ya Receb Teyib Erdogan bo Îslambadê û gotinên wî li bara Keşmîrê cih hat.
Serokkomarê Tirkiyê li sefera bo paytexta Pakistanê tevî piştgiriya ji helwêstên Îslambadê li bara Keşmîrê sergirtî û bêyî ku navê Hindistanê bigre, nihêrînên yekalî li hember Keşmîrê rexne kiribû.
Erdogan li civîna hevpar a nunerên meclisên neteweyî û Sênaya Pakistanê tevî piştgiriya ji helwêstên Pakistanê li bara Keşmîrê gotibû: Mijara Keşmîrê divê li gorî edalet û rasitiyê were çareserkirin ji ber ku ev meseleya dilgiraniya her du welatên Pakistan û Tirkiyê tê hesabê.
Wezareta karên derve ya Hindistanê pêştir bi daxûayniyekê mudaxila serokkomarê Tirkiyê li karûbarên navxweyî yên Hindistanê şermezar kir û îdia kir: Pakistanê mesela terorîzmê li Camû û Keşmîrê xurt kiriye.